TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bakur erdhejeke dijwar pêk hat!

📅 27 berfanbar 2019 15:14

PeyamaKurd – Li Ameda bakurê Kurdistanê bi dijwariya 4.9 pileya rîxterê erdhejeke dijwar pêk hat.

Îro îniyê (27.12.2019) saet li dora 10.00an, li sêgoşeya di navbera Amed, Meletî û Elezîzê de bi dijwariya 4.9 pileya rîxterê erdhejeke dijwar pêk hat.

Erdhej li Elezîz, Semsûr, Meletî û Amedê hat hîskirin.

AFADê eşkere kir ku navenda erdhejê  Sîvrîceya Elezîzê ye. Sîvrîce navçeyeke Elezîzê û 130 Km nêzîkî Amedê ye.

 

Parve bike: