Kurdistan
Li Basîkayê êrîsî ser binkeya hêzên Tirkiyê kirin
PeyamaKurd – Li Başîkayê êrîşî ser binkeya hêzên Tirkiyê kirin û di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûne.
Li gor çavkaniyekî xwecîhî, îro di saet 09:00an de, êrîşek li ser binkeyê Zîlkan a hêzên artêşa Tirkiyê yên li çiyayê Başîka pêk hat û tenê ziyanên madî çêbûne.
Zanyariyên destpêkê destnîşan dikin, guman heye êrîş bi rêya dronan ve pêk hatibe.