TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê agir bi xaniyekî ket: Kesekî mir û kesek jî birîndar bû

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2025 01:02

PeyamaKurd – Li Batmanê li Taxa 19ê Gulanê de agir bi xaniyekî yek qat ket û di encamê de kesê bi navê Abdurrahman Unutur (85) mir û jina wî Zaide Unutur (75) birîndar bû.

Sedema vêketina agir ya bi malê nehat zanîn. Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku Abdurrahman Unutur can daye. Cesedê wî birin morga nexweşxanê bo otopsiyê.

Zaide Unutur jî bi ambûlansê birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.

Parve bike: