Kurdistan
Li Bazîdê ji ber qezayê 2 kes mirin
PeyamaKurd – Li navça Bazîdê ya bi ser bajarê Agiriyê de kamyona ku kayê bar kiribû wergeriya û di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di qezayê de ajotkar û kesekî ku pêre bû jiyana xwe ji dest dan. Cenazê her dû miriyan ji bo otopsiyê birin nexweşxana dewletê ya bi navê Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz ya li Bazîdê.