Kurdistan
Li Bedlîsê bi pistgiriya helîkopteran operasyon
PeyamaKurd - Li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên artêya Tirkiyê û PKKyiyan de şer û pevçûn derket.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku li çolterên navçeya Tetwanê tîmên ewlehî yên Tirkiyê bi piştevaniya helîkopteran operasyon li hemberî gerîlayên PKKê dane destpêkirin û di encama wê operasyonê de 3 PKKyî hatine kuştin.
Wezareta tirk ragihand ku operasyon hîn berdewam dike.
Derbarê wê operasyonê de, ji aliyê PKKê heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.