Kurdistan
Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hat berfirehkirin
PeyamaKurd - Walîtîya Bedlîsê diyar kir ku li 9 gund û mezrikan heta biryareke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Walîtiya Bedlîsa bakurê Kurdistanê aşkere kir ku, li 9 gund û mezrikên ser bi navenda bajêr, heta biryareke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Qedexeya derketina derve ya ku bi hinceta operasyonên leşkerî li 19 gundan ragihandibû, niha jî li 9 gund û mezrikên din hatiye ragihandin..
Walîtiyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku li 9 gund û mezrikên din, ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve ragihandine.