TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li çayxanê li wan dan: 1 kustî û 2 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2020 04:23

PeyamaKurd- Li bajarê Meletiyê li navçeya Battalgaziyê di dema hinek kes li çayxanê rûdiniştin, 2 kesên li ser motorsîkletê siwar, bi sîlihan li wan dan. Di bûyerê de Mehmet İbiş, Y.H. û F.A. birîndar bûn. Tîmên 112 yên acile birîndaran birin bo nexweşxane ya Perwerdê û Lêkolînê ya Meletiyê û Nexweşxane ya Zankoya İsmet İnönü Navenda Tibê ya Turgut Özalê.

Mehmet İbiş li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Polîs bi pey wan kesên ku li motorsîkletê siwar bûn digerin da wan zeft bikin.

Parve bike: