TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çemçemalê peykerê Keziyê yê 5 metreyî hate çêkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2026 19:31

PeyamaKurd- Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemal a Silêmaniyê di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, peykerekî 5 metreyî yê ‘Kezî’ çêkir.

Li peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê bi amadebûna berpirsên perwerdeyê û xwendekaran rêze çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.

Rêze çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên berxwedana Rojava û bi xwendina Sirûda Neteweyî ‘Ey Reqîb’ destpê kir.

Di heman çarçoveya rêze çalakiyan de, peykerekî 5 metreyî ji aliyê xwendekarên peymangehê ve ji keziyê hate çêkirin. Ji aliyê Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî û Rektorê Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê Dara Elî ve perde li ser peyker hate rakirin.

Parve bike: