Kurdistan
Li Çemçemalê qeza çêbû: 3 kes sewitîn
PeyamaKurd – Îro li başûrê Kurdistanê li ser sînorê nehiya Axcelerê ya girêdayê navçeya Çemçemalê qezayekî trafîkê çêbû û piştî qezayê agir bi otomobîlê ket. Di nava otomobîlê de 3 kes şewitîn û kesekî birîndar bû.
Rêveberê nahyeya Axcelerê Hêmin Behcet ji BasNewsê re gotiye ku îro êvarê li gundê Goptepe ya bi ser Axcelerê de du otomobîlan lihev dane û yek ji wan otomobîlan şewitiye. Di nav otomobîla şewitî de jin û zilamekî şewitîne û can dane. Ji kesên di otomobîla din de yek ji wan şewitiye û wefat kiriye. Yê din birîndar rizgar bûye.
Paşî temamê cenazeyên bûyerê gihandine nexweşxaneya navçeya Çemçemalê. Her weha lêkolîna di derbarê qezayê de dewam dike.