Kurdistan
Li Çewligê erdhej çêbû û heta Erzeromê hat hîskirin
PeyamaKurd - Îro 12ê Nîsanê li demjimêr 09,38an li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi dijwariya pileya 4,4an rû da.
Hat zanîn ku navenda erdhejê navçeya Ceban a Çewligê ye û heta li bajarê Erzeromê û bajarên din ên derdorê jî tundiya wê hatiye hîskirin.
Li gorî çavdêrxaneya Kandillî ya erdhejan li Tirkiyê, dijwariya erdhejê bi pileya 4,4an bûye.
Derbarê ziyanên erdhejê de ti agahî nehatine belavkirin.