Kurdistan
Li Çinara Amedê dîsa sewat
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Taxa Ovabagê ya Çinara navçeya Amedê şewateke ku sedema wê nehatiye zanîn derketiye.
Tîmên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi xebatên tefandina agir kirin.
Di demeke ku li ser şewata di navbera navçeyên Çinar a Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derket û 15 kesan can dan, nîqaş didomin de, li navçeya Çinarê dîsa şewat derket.
Jêderên ji Çinarê ragihandin ku tîmên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gihîştine cihê şewatê û dest bi tefandina agir kirine.
Her wiha dan zanîn ku tîmên piştgiriyê yên ji navçeya Serêkaniyê ya Ruhayê hatine jî gihiştine devera şewatê.