TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket

Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 îlon 2021 12:50

PeyamaKurd – Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî agir bi daristanê ket.

Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cûdî, şewat derket. Nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye û her ku diçe belavî qadeke berfirehtir dibe. 

Herwiha li gor zanyariyan, şewata ku çend roj bêriya niha li gundê Spîndarok ê dikeve quntarên Çiyayê Cûdî derketibû jî, bi xwe vemirî.

.

Parve bike: