TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrazorê 3 terorîstên DAISê hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2020 19:45

PeyamaKurd – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê di encama operasyonekê de 3 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.

HSDê di daxuyaniya xwe de got: “10ê Kanûnê, hêzên ewlekariyê li bajarokên Teyane û El-Şihêl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de çeteyên bi navên Ziyad Subhî Al-Emîn (Ebû El-Qeqa El-Qureyşî), Mihemed Muhsin El-Sultam (El-Atraş) û Faris Mûsa El-Salbî hatin girtin.”

 

Parve bike: