TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li deriyê Xabûrê tedbîrên xurt hatine sitendin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 adar 2020 01:42

PeyamaKurd- Bi sedema nexweşîna Kovid-19 ku li Iraqê hat dîtin, tedbîrên tenduristiyê yên li deriyê Xabûrê hatin zêdekirin. Kesên ku di ser deriyê Xabûrê de diçin û derbasê Tirkiyê dibin bi taybetî hemwelatiyên Tirkiyê, di kontrolê de derbas dibin. Tirkiye li derî nexweşxaneyeka sehrayî ava kiriye bo vê nexweşîna taybet.

Hemwelatiyên Tirkiyê heya neçin nexweşxaneyê û xwe nedin kontrolkirin nikarin derbasê Tirkiyê bibin. Pêr, dewleta Tirkiyê biryarê dabû ku bo demkî sînorê Xabûrê bo çûn û hatinê bigre.

Parve bike: