TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrsîmê di encama teqînekê de 4 lesker birîndar bûn

Leyla Denli
Nivîskar
📅 28 mijdar 2020 14:00

PeyamaKurd –  Li Bajarê Dêrsim navçeya Pulur (Ovacık) di encama teqîna bombeyekê de, 4 leşkerên Tirkî birîndar bûn. Ev teqîn dema kelûpelên hêzên çekdar têk dibirin çêbû.

Li Dêrsîmê, serleşkeriya bajar li dijî PKK û hêzên çekdarên çepgir operasyonên berfireh pêk tîne. Di encama lêgerînan de hinek kelûpel hatin dîtin.

Di hewldana têkbirina wan kelûpelan de, bombeyek teqîya û 4 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn, bi helîkopteran birin nexweşxaneya Elezîzê.

Parve bike: