TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrsimê îhala pezkûviyan hat betalkirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2020 23:36

PeyamaKurd- Li Çiyayên Dêrsimê bi sedema ku pezkûvî zêde ne, bo nêçîra wan bêkirin, Rêvebiriya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Mîllî şertnameya îhalê amade kiribû lê xelk bertekê bo nêçîra pezkûviyan nîşan dabû û nerazîbûna xwe diyar kiribû.

Li ser nerazîbûna xelkê, ji aliyê baweriyê an ji aliyê parastina xwezayê de, parêzgeh îhala pezkûviyan betal kir. Îhale wê di 15 ê temmûzê de bihata kirin.

Parve bike: