TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 18 kes hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 hezîran 2021 20:05

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ragihand ku di operasyoneke dijî rêxistinbûna bajêr a PKK/KCKê de 18 kes hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di operasyona li ser Mala Zanyariyê ya Mezopotamyayê de lênûseke di banê wê de ku veşartî hatiye dîtin û encama lêkolînên ser vê lênûsê  22 kesên ku serî li encûmena taxê ya PKK/KCKê dane hatine eşkere kirin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Herwiha hat gotin ku18 kes bi tometa PKK/KCK hatine desteserkirin û li mal û kargehên gumanbaran jî tiving û demançeyeke bêrûxset, gelek amûrên dijîtal û pirtûkên rêxistinî, kovar, belge û wêneyên PKKiyan hatine bidestxistin.

Serdozgeriyê daye xuyakirin ku ji bo girtina 4 kesên din jî lêgerîna wan dewam dike.

Parve bike: