TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 24 kes bi biryara dadgehê hatin girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 28 nîsan 2023 15:59

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê ji 128 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê Diyarbekirê de hatibûn desteserkirin, 24 kes bi biryara dadgehê hatin girtin. 

Li gor zanyariyan, karûbarên yasayî yên 128 kesên ku 25ê Nîsana 2023an li 21 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibûn desteserkirin, berdewam e.

Herwiha di çarçoveya lêpirsînê de karê yasayî yê 42 kesan bi dawî bû û ji wan 24 kes hatin girtin û 18 kes jî hatin berdan.

Hêjayî gotinê ye, lêpirsîn navend Diyarbekir li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin û hatibû eşkerekirin, lêpirsîn ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umit Akbiyik hatiye kirin.

Parve bike: