TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê pevçûn derket: 2 kustî û 15 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 30 hezîran 2021 00:34

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li taxa Medyayê di navbera pêlewerên bazarê û xwediyê kiraatxaneyekî de pevçûn derket. Di pevçûnê de sîlih hatin bikaranîn.

Di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneyan. Tîma lêkolînê ya emniyete li ciyê bûyerê xebatên xwe dike.

Navên kuştî û birîndaran tevî sedema pevçûnê nehat zanîn.

Parve bike: