TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê agir bi kampeke koçberên Singalê ket

Leyla Denli
Nivîskar
📅 30 hezîran 2022 16:58

PeyamaKurd – Li kampa Bacid Kendal a li sînorê parêzgeha Duhokê agir derket û heta niha ziyanên canî û madî nayên zanîn.

Li gor zanyariyan, îro agir bi çadir û konên kampa Bacid Kendal a koçberên Şingalê li Duhokê ket û heta niha ziyanên canî û madî yên wî agirî nayên zanîn.

Herwaha hat zanîn, agir pir mezin e, tîmên berevaniya şaristaniyê li cîhê bûyerê ne ku agir bitemirînin.

Parve bike: