TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê 5 sivîlên din hatin revandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2021 20:08

PeyamaKurd - Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ku herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmê koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî doh 17ê vê mehê 5 welatiyên gundê Memila yê navçeya Raco revandin.

Hat diyarkirin ku ew 15 kes bi tometa pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye hatine girtin.

Hefteya borî jî 10 kes ji gundê Memila hatibûn revandin û piştî ku çekdaran 1200 Lîreyên Tirkî ji her yekî ji wan standibû hatibûn berdan.

Parve bike: