TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê teqîneke mezin çêbû: Kustî û birîndar hene

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2021 17:50

PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye, îro Duşemê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqîna otomobîlê de, kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Herwiha li gorî hin çavkaniyan jî herî kêm 4 kesan di teqînê de can daye.

Cavkaniyên ji nav Efrînê dane xuyakirin ku otomobîleke bombekirî li nêzîkî meydana Kawa û bazarê teqiyaye û di encamê de kesek hatiye kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Parve bike: