TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Entabê qeza çêbû: 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2020 03:49

PeyamaKurd- Li ser rêya Entab û Adanayê otomobîlekî û TIR kî li hev ketin. Di encama qezayê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Kesê ku otomobîlê dajot ji xelkê Sûriyê ye û navê wî Muhammed El Cuneydi ye. Kurê wî yê bi navê Husam El Cuneydî jî pê re li ciyê qezayê mir. Kurê wî 4 saliye.

Kesên ku birîndar bûn, Hazîn ya 3 salî, Alî El Cuneydê 11 salî û Aliye Haffar birin nexweşxaneya dewletê ya Nûrdaxê. Birînên birîndaran sivikin. Polîs ajotvanê TIR ê jî binçav kir.

Parve bike: