Kurdistan
Li Gêncê ya bi ser bajarê Çewlikê de sewat derket
PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) li navça Gêncê li gundê Çamlıyurtê ku navê wê yê Kurmancî nehat zanîn agir bi daristanê ket.
Tîmên vemirandina agir dixebitin da agir vemirînin. Şewat di seet 16.00an de derket û rêvebiriya daristanê, îtfaiya şaredariyê, Rêvebiriya Taybet ya Bajêr û tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.
Tîm, bi 4 arazoz, 2 alavên mudaxeleyê, 3 alavên îtfaiyê, 2 tankêrên avê û 5 makînên îş dixebitin da agir vemirînin.