TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Heskîfê mudaxeleya polîsan: 33 kes hatin binçavkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 hezîran 2019 17:36

PeyamaKurd - Hejmareke ciwanên ku xwestin ruxandina bajar û dîroka Heskîfê bi daxuyaniyeke cemawerî şermezar bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin û hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku Endamên Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajarê Batmanê û rêveberên HDPê yên bajêr, îro çarşemê ji bo şermezarkirin û balkişandina ser ruxandina warê dîrokî Heskîfê, xwestin li Heskîfê daxuyaniyê bidin lê dema dikirin daxuyaniyê bixwînîn rastî mudaxeleya polîsan hatin.

Di encama mudaxeleya polîsan de, 33 kesên beşdarî çalakiyê bûbûn hatin binçavkirin ku yek ji wan jî rojnamevan e.

Parve bike: