Kurdistan
Li Hewlêrê 3 nexwesên koronayê can dan
PeyamaKurd - Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê 3 nexweşên din ên bi vîrusa koronayê ketibûn can dan
Jêderekî ji nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ragihand, 3 pêketiyên koronayê ku çend rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de bûn, îro danê sibê can dane.
Hêjayî bibîrxistinê ye doh jî 6 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 477 pêketiyên koronayê can dane 95 kes ji wan bajarê Hewlêrê ne.