TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê 38 nexwesên koronayê bas bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 hezîran 2020 23:30

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku 38 nexweşên Covid-19 li parêzgeha Hewlêrê baş bûne.

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê îro 16ê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, piştî tedawiyê 38 nexweşên koronayê baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê herwiha daxwaz ji hemwelatiyan kir, pabendî tedbîrên xweparastina ji koronayê bin.

Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên bi vîrusa koronayê 2,473  kesan derbas kiriye, 1074 nexweş baş bûne û 54 kes jî mirine.

Parve bike: