TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê dibistana Amerîkayê hate girtin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2018 15:08

PeyamaKurd- Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê ragihand ku dibistana Amerîkayê ya li Payetextê Kurdistanê li Hewlêrê hate girtin.

Di derbarê mijarê de ji Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê daxuyanî hat. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber tevgerên dijî qanûnî yên dibistana Amerîkayê, biryar hate dayîn ku dibistan were girtin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Dibistana Amerîkayê li gorî qanûnên Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê nedimeşî.”

Berî niha wezaretê gotibû ku bila tu kes zarokên xwe li vê dibistanê qeyd neke.”

Ji 300î zêdetir xwendevanên dibistanê hebûn û dibistanê serê xwendevanekî 4 hezar û 200 dolar ji wan distand. Dibistan ji sala 2011an ve ji aliyê Konsulxaneya Amerîkayê ve dihate birêvebirin.

Parve bike: