TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê serjimêriya ceribandin hate kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 gulan 2024 19:30

PeyamaKurd – Di çarçoveya amadekariyên serjimêriya giştî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de, îro 31ê Gulanê li Hewlêrê proseya serijmêriyê ya ceribandinê dest pê kir.

Serjimêrkiya ceribandinê bi çavdêriya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Bilind ê Serjimêrî ya Giştî ya Parêzgeha Hewlêrê, bi hevaltiya Birêveberê Giştî yê Amarê yê Hewlêrê û tîma wî, li nehiya Behirkê hat dest pê kirin.

Hate ragihandin ku wê proseya serjimêriya ezmûnî ya ceribandinê bi qasî du hefteyan li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin û du hefteyan dewam bike.

Di forma serjimêriyê de zêditirî 70 pirsên warên tenduristî, perwerde, kar, dahat û xizmetkariyan hene..

Wezareta Plandanînê ya Iraqê roja 20ê Mijdara 2024an wek roja serjimêrî ya giştî ya xelkê li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Herî dawî serjimêrîya Iraqê sala 1997ê hatibû kirin hejmara şêniyên Iraqê tevî Herêma Kurdistanê 22.33 milyon kes bû.

Parve bike: