Kurdistan
Li Hewlêrê tevî du kesên dawî 196 kes ji koronayê bas bûn
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristîya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed Fatih ragihand, îro du nexweşên din ên koronaya nû Covid-19 baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Rêveberê Tenduristîya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, piştî wergirtina çareserîya pizîşkî, du kesên tûşbûyên koronayê bi temamî baş bûn û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye.
Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin, pişkinînên li pey hev bo wan herdu tûşbûyan hatin kirin û encam her nerênî derketin, ji ber wê jî biryar hate dayîn vegerin malên xwe.
Li gorî Rêveberê Giştî yê Tenduristîya Hewlêrê, heya niha 196 tûşbûyên koronayê yên li Hewlêrê bi temamî baş bûne û çûne malên xwe.