Kurdistan
Li Îranê di meha Tebaxê de 43 Kurd hatine girtin
PeyamaKurd- Rêveberiya Îranê her diçe zextên xwe zêde dike. Di meha Tebaxê de bi dehan kes hatin desteserkirin û niha li navendên îstîxbaratê lêpirsîna wan tê kirin.
Li gorî zanyariyên Rewangeha Mafê Mirovan a Hengawê, di meha Tebaxê de li bajarê cuda yên Îranê, mamoste, xwendekar, jin û zarokên biçûk jî di nav de 43 Kurd hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya rewangehê, ji 43 desteserkirinan 39 bi hincetên polîtîk û siyasî pêk hatine.
Li gorî daxuyaniyê desteserkirin li bajaran pêk hatine:
- Li bajarê Kurdistanê: 24 bûyer.
- Li eyaleta Azarbeycanê 25 bûyer.
- Li eyaleta Kirmanşahê 2 bûyer.
- Li parêzgeha Îlamê dozek.
- Li eyaleta Bakurê Xorasanê dozel.