TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îranê teqîn: 5 mirî, 2 birîndar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 adar 2023 18:36

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Tebrîz ê Îranê di avahiyekê de teqînek çêbûye û hîn sedema teqînê nehatiye zanîn.

Li gorî ragihandina ajansa ISNA ya Îranê, teqîn li herêma Manzariye ya Tebrîzê di avahiyekê de rû daye û li gorî agahiyên despêkî 5 kesan can daye, 2 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Saziya Hawarçûn û Rewşên Lezgîn a Azerbaycanê Wehîd Şadî ragihandiye ku di encama teqînê de, ziyan li ser gelek avahiyên derdorê jî çêbûye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Rayedarê Îranê daye xuyakirin ku lêkolîn û lêpirsînên li ser sedema teqînê dewam dikin.

Parve bike: