Li Îzmîrê 153 koçber ji deryayê hatin derxistin 68 koçber jî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Tîmên Fermandariya Perevan ya Îzmîrê, li navçeyên Dîkîlî û Seferhîsar, 153 koçber ji deryayê derxistin û 68 koçberên din jî desteser kirin.
Tîmên Fermandariya Perevan ya Îzmîrê diyar kirin, do Sêşemê, li devereke deryayê ku dikeve navbera navçeyên Dîkîlî û Seferhîsar ên Îzmîrê, 153 koçberên bi belmeke lastîk, di nav deryayê de asê mabûn rizgar kirine.
Herwiha heman tîman li navçeya Seferhîsar jî di belemeke din a lastîk de 31 kocberên din desteserkirin ku hewl didan xwe bigihînin welatên Ewropayê û li navçeya Foça jî 37 koçberên hewl didan xwe bigihînin welatên Ewropayê hatin desteserkirin.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, ew 68 kocberên desteserkirî û koçberên ku ji deryayê hatine derxistin şandine Navenda Koç û Koçberan a Îzmîrê.