TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kampa Holê 9 çekdarên DAISê hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 nîsan 2021 21:31

 PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav kampa Holê ya malbatên DAIŞê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 9 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Li gorî ragihandina çavkaniyê HSDê doh bi şev hêzên asayişê û HSDê li nav kampa Holê dest bi operasyoneke dijî xebatên DAIŞê yên nav kampê kirin û di wê operasyonê de 9 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Hat zanîn ku di nav wan de jinek jî heye ku tê gotin çek ji çekdaran re dabîn dikir.

Hêzên Asayîş û HSDê yên Rojavayê Kurdistanê 18ê Adarê jî operasyoneke mezin li nav Kampa Holê ya nêzîkî bajarê Hesekê dabûn destpêkirin û roja Îna borî ew operasyon wekî qonaxa yekemîn bidawî hatibû ku di encamê 125 DAIŞî hatibûn desteserkirin.

Parve bike: