TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerboranê alava bazirganî wergeriya: 3 mirî û 5 birîndar hene

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 07 mijdar 2024 00:00

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Kerboranê (Dargeçit) ereba bazirganî wergeriya û di encamê de 3 kes mirin û 5 kes birîndar bû ku di nav birîndaran de yek jê zarok e.

Qeza, di wexta nîvro de li gundê Çatalanê çêbû. Dema tîmên pêwendîdar diçin ciyê qezayê, dibînin ku Halime Tan, Eyüp Tan û Hatice Tan jiyana xwe ji dest dane. Kesên di qezayê de birîndar bûne Ö.E. (23), F.E. (60), H.E. (27), V.E. (15) û bebeka 5 mehiye.

Tîmên tenduristiyê birîndaran dibin nexweşxana dewletê ya navça Midyadê lê ji birîndaran rewşa Ö.E. û F.E. baş nîne.

Parve bike: