TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê 8 terorîstên DAISê hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2021 21:34

PeyamaKurd - Hêzên Îtlaata (îstixbarat) Iraqê li parêzgeha Kerkûkê 8 kesên piştgirî dane DAIŞê û ligel DAIŞê kar kirine desteser kirin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Kerkûkê ragihand ku îro Pêncşemê hêzên Îtlaata Iraqê yên ser bi Wezareta Navxwe ve, li Kerkûkê 8 terorîstên rêxistina DAIŞê desteser kirine ku li dijî hêzên Iraqê şer kirine.

Hat zanîn ku ew kesên hatine desteserkirin piraniya wan perastarên çekdarên DAIŞê bûne û birîndarên DAIŞê tedawî kirine.

Berdevkê Hevpeymaniya navdewletî Wayne Marotto jî li ser desteserkirina terorîstên DAIŞê diyar kir ku hevkariya wan a li dijî terora DAIŞê bi hêzên iraqî re berdewam dike.

Parve bike: