TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn

📅 09 gulan 2019 14:13

PeyamaKurd - Li sînorê parêzgeha Kerkûkê ji ber teqîna bombeyeke binaxkirî, du polîs birîndar bûn.

Berpirsekî berê yê qaymeqamiya Xurmatûyê Mihemed Fayêq li ser hesabê  yê medya civakî de ragehand, bombeyek duh (08.05.2019) êvarî li sînorê bajarokê Multeqa ya ser bi Kerkûkê teqiyaye.

Herweha wî berpirsê ragihand, ji ber teqînê du polîsên rêveberiya neft û gazê yên bi navên Azad Îsmaîl Baran û Cengîz Nuredîn Wehab birîndar bûne.

Parve bike: