Kurdistan
Li Kerkûkê di nav cihekî qerebalix de bombe teqiya
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 5ê Kanûnê danê sibehê bombeyek li bajarê Kerkûkê teqiya û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan bombe li taxa Xirnata li nêzîkî westgeha benzîna Bakur ku cihekî giştî û qerebalix e teqiya û piştî teqînê duxan li nav bajêr bilind bû.
Hat zanîn ku bombe di nava tankerekê de hatibû danîn û di encama teqînê de, hejmarek welatî birîndar bûne û ziyan gihîştiye xanî û dikanên derdorê.
Rêveberiya Polîsê Kerkûkê piştî teqînê dest bi lêkolînê kiriye ku hîn nehatiye zanîn bê ew bombe ji aliyê çi kesan ve hatiye danîn û teqandin.