Kurdistan
Li Kerkûkê kesekî ji koronayê can da
PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê nexweşekî vîrusa koronaya nû Covid-19 yê di karantîneyê de bû, jiyana xwe dest da.
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Kerkûkê Dr. Ziyad Xelef ragihand, welatiyekî temen 70 salî şeva borî li nexweşxaneya Pîşesazî ya taybet ji ber vîrusa koronayê can daye.
Dr. Ziyad Xelef got, dema ew kes gihîştiye nexweşxaneyê pirsgirêka wî ya henasekişandin û bêhnçikandinê gelekî dijwar bû ku bi amûreya oksîjenê hatiye girêdan û şeva borî jî wefat kiriye.
Kesê ku ji koronayê can daye ji pêkhateya Tirkmen e û rûniştvanê taxa Xirnata ya Kerkûkê ye ku ku doh bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin.
Li Kerkûkê heta niha 72 kes bi koronayê ketine, 59 kes baş bûne û tevî mirina kesê şeva borî 3 kesan can daye.