Kurdistan
Li Kerkûkê polîsekî Kurd hat serjêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê li bajarê Kerkûkê polîsekî kurd ji aliyê hin kesên nenas ve hat kuştin.
Li gorî zanyariyan polîsê kurd ê bi navê Behcet Mihemed li bajarê Kerkûkê bi awayekî serê wî hatiye jêkirin kuştî hatiye dîtin.
Malbata wî polîsê Kurd dibêje, Behcet doh piştî ku ji mal derketiye vengeriyaye mal û nizanin bê ji aliyê çi kesan ve hatiye kuştin.
Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dikin.