TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê teqîn: Kesekî can da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 adar 2024 22:13

PeyamaKurd – Di encama teqîneke li bakurê rojhilatê Kerkûkê de, kesekî can da û kesek jî birîndar bû.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku îro înê 8ê Adarê li herêma Jawel Bor a bakurê rojhilatê Kerkûkê, di encama teqîna bombeyekê de kesek miriye û kesekî din jî birîndar bûye.

Di daxuyaniya polîs de hatiye gotin ku ew guman dikin teqîn bi bombeyeke çandî ya DAIŞê çêbûye û di encama wê teqînê de, bav can daye, kurê wî jî birîndar bûye.

Parve bike: