Kurdistan
Li keviya Gola Wanê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê berava Gola Wanê erdhej çêbû.
Çavdêrxaneya Kandilli ya Enstîtuya Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê li ser malpera xwe belav kir ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi lerza 3.8 erdhejek çêbûye.
Hate diyarkirin ku erdhej li demjimêr 16:46 li devera Akçift a keviya Gola Wanê rû daye û kûrahiya wê ya ji erdzemînê jî 5 kîlometre ye.
Piştî erdhejê ti agahiyeke ziyanan nehatiye belavkirin.