TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê biryara “serokatiya herêmê”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2018 21:48

PeyamaKurd- Meclisa Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ragihand ku wê niha li ser “serokatiya herêmê ” neaxifin û mijarê bo wexteke nediyar dane paş. Li gor qebûlkirina meclisa Kurdistanê, wê tenê hilbijartina parlementoyê bê kirin. Hilbijartin wê di 30 yê êlûnê de be.

Piştî hilbijartina meclisa Kurdistanê bibe, dê meclis di celsa xwe ya ewilî de, qanûna Kurdistanê û ya Iraqê çawa rê bide, wê li ser mijarê biaxifin û bigihên biryarekî.

Serokê herêmê Mesûd Barzanî piştî ku wexta wî ya serokatiyê bi fermî qediyabû, hemû erkên serokatiya Kurdistanê dewrê serokwezîr, meclis û komîsyona dadê kiribû.

Parve bike: