Kurdistan
Li Kurdistanê di cebilxaneyê de teqîn çêbû!
PeyamaKurd- Li Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li Girdî Şêxê ku nêzîkî navçeya Taslucê ye, di cebilxaneyekê de teqîn çêbûn.
Li gorî agahiyên herêmî cihê ku teqîn lê çêbûye, nêzîkî baregeha pêşmergeyên KYBê ye ku li ser rêya Kerkûk-Silêmaniyê ye. Li gorî agahiyên pêşî, piştî teqînan jî agir bi cebilxaneyê ketiye.
Heta niha di derbarê zerarê de ti agahî nehatine standin.
Berî niha bi çend rojan jî li Kurdistanê di cebilxaneyekê de teqîn çêbûbûn.