TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletiyê du erdhej li ser hev çêbûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 mijdar 2023 23:43

PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê du erdhej li ser hev çêbûn.

Hate ragihandin ku li Batalgaziya Meletiyê li demjimêr 17:46an erdhejeke bi pileya 5.2 çêbû ku kûrahiya wî 5 km binê erdê bû.

Li gorî ragihandina AFADê hevdem erdhejeke din bi pileya 4.5 li Ulkoy a Meletiyê çêbû.

Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihandiye ku piştî erdhejê ti ziyanek nehatiye tomarkirin û lêkolînên wan berdewam dikin.

Parve bike: