TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdînê 9 sûnwar ketin Lîsta Demkî ya UNESCOyê

Leyla Denli
Nivîskar
📅 03 gulan 2021 16:30

PeyamaKurd – Li Mêrdînê, 9 şûnwar ketin Lîsta Demkî ya Mîratên Cîhanê ya UNESCOyê.

Li gor Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê diyar kir, dêr û keşîşxaneyên serdema Navîn û Antîka Dereng ên li herêma “Turabdin” a Midyada Mêrdînê, ketin Lîsta Demkî ya Mîratên Cîhanê ya UNESCOyê.

Li gor daxuyaniyê, dêrên Mor Sobo, Dayika Meryem (Yoldath Aloho), Mor Quryaqos, Mor Azozo û keşişxaneyên Mor Gabriel, Mor Abaî, Mor Loozor, Mor Yakup û Deyrulzafaran ketine li Lîsta Demkî ya Mîratên Cîhanê ya Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Netewên Yekgirtî (NY).

Parve bike: