TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mexmûrê êrisî baregaha Amerîkayê hat kirin

📅 27 tebax 2019 16:13

PeyamaKurd - Roja duşemê (26.08.2019) danê sibehê li Mexmûrê li dijî baregeha Amerîkayê êrişek pêk hat.

Li gorî Medya Iraqê ku xwe dispêrê çavkaniyeke payebilind a Iraqî, duh sanê sibehê li Mexmûrê bi moşekan êrişî baregaha Amerîkayê hat kirin û du moşek lê ketin.

Piştî êrişî helîkoptera leşkerî ya Amerîkayê li Mexmûrê û derdora Mexmûrê firiya û çavdêriya herêmê kir.

Derbarê zirar û ziyanên canî de tu zanyarî nehatin belavkirin.

Parve bike: