TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Misircê 2 kes ketin ava barajê û wenda bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2021 22:34

PeyamaKurd – Li navçeya Misircê (Kurtalan) ya bi ser bajarê Sêrtê, 2 kes ketin ava gola bendavê ya bi navê Prof. Dr. Veysel Eroğlu û wenda bûn. Bûyer li gundê Tulumtaşê ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn çêbû û du kesên bi navên A.B. (21) û Ö.K (18) ne ku di ava bendavê de wenda bûne.

Piştî her du kes ketin avê û ji wan agahî nehat sitendin tîmên tenduristiyê, tîmên noqavê û cendirmeyan hatin şandin bo ciyê bûyerê. Ji bo gêncan bibînin li deverê dest bi lêgerînê kirin.

Parve bike: