TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê hemû cûre xwenîsandan û çalakî hatin qedexekirin

📅 20 tîrmeh 2019 16:42

Peyamakurd - Walîtiya Mûşê ji ber bîranîna komkujiya  Sirûcê hemû cure xwenîşandan û çalakî heta 3 rojan qedexe kir.

Walîtiya Mûşê bibîr xist ku 20 Tîrmehê salevegera Komkûjiya Sirûcê ye. Hinek alî dixwazin bi hinceta bîranîna Komkûjiya Sirûcê xwenîşandanan bikin û hêzên asayişê û welatiyan bînin beramberî hev.

Walîtiya Mûşê ragihand, bi armanca rêlibergirtina aloziyan li bajarê Mûşê heta 3 rojan her cure çalakî û xwenîşandan hatiye qedexekirin.

Di 20ê Tirmeha sala 2015an  de 300 ciwanên sosyalist xwestin biçin Kobaniyê û beriya derbasî Kobanê bibin xwestin li Sirûcê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê di dema xwendina daxuyaniyê de teqînekê rû da û di encama wê teqînê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dabûn.

Parve bike: