Kurdistan
Li navça Nisêbîna Mêrdînê kesekî giran birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê (Nusaybin) di navbera du grûban de pevçûn derket û paşî bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de kesê bi navê Resul K.(45) giran birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxanê.
Bûyer, li taxa 8ê Adarê (Mart) çêbû. Nehat zanîn bê sedema pevçûna her dû grûban çiye. Polîs li ser bûyerê lêpirsînê dike.